Mesaj
gönderen SHEER » 21 Mar 2009 16:35
Jana me Bê denge
Axa me herdem bi xwîne
Em nizanin dengê hêvi çawaye
Em zanin bêhna gulle pir tûje
Huş be hevalo!
Deng hat...
Zimanê bircên Diyarbekir Azad bû
Qêrîne; zozan û çiyayan
Qêrîne; kolan û bajaran
Qêrîne; heval û hogiran
Qêrîne; ezman û axan
Go...
Ez dîtime Apê Musa
Ez dîtime hevalê Vedat
Ez dîtime sehide rojnamekar
Ez pir dîtime şehîdan mezinan
Piştre her deran deng hat
Cûdi, Ararat, Dîcle, Ferat, Munzur, Kızıltepe...
Cûdi go; mihvanên me ye Nuh nebi û hevalan
Ararat go; Bratî ser singa me ye
Dîcle go; Ava me zelale ayn doza me
Ferat go; Ez xirabî naxwazim ez jiyanim jiyan
Mûnzur go; Sera Eli Şêr hina ajneyê avamin
Kızıltepe go; Lo UĞUR lawo te çima mezin ne bû?
Dengê me rizgar bûn ji zincîran...
Westiyan, westiyan, westiyan...
Digeriyan ser çiyan, ez çavên te bibînim
Digeriyam ser ezman, rûye te bibînim
ez geriyam ser ava Dicle, ez navê te bibînim
Piştiya germa te bûm "Hebûn"
Dengbêj bûm, Evdal bûm, Evîndar bûm, Helbestvan bûm, Azadê neçîrvan bûm,
Tu hêviya meye ey ...
Bi te her tişt bûm...
Newroz Piroz Be :sapkaaa